ANKARA
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji saziyên sotemeniyê hilda bi zemê ve lîtreya mazotê ya ku berê li Enqereyê di navbera 4,57-4,59an de dihat firotin zêde bû. Niha li Enqereyê lîtreya mazotê di navbera 4,70-4,72an de tê firotin.
Li Stenbolê jî beriya zemê lîtreya mazotê bi 4,56-4,58an dihat firotin û niha jî di navbera 4,69-4,71 lîreyî de tê firotin. Li Îzmirê jî berê lîtreya mazotê di navbera 4,54-4,56 lîreyî de dihat firotin û bi zemê ve niha lîtreya mazotê di navbera 4,67-4,69an de tê firotin.