AGRI
Midûrê Bajêr ê Xurek, Çandinî û Sewalkariyê Mûrat Demîrkiran da zanîn ku ji bo Cejna Qurbanê 165 hezar heywanên qurbanî şandine bajarên cuda û got: "Em li hêviyê ne ku di vê cejnê de nêzikî 170 milyon lîre pere bê destê me."
Demîrkiran ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li bajêr sewalkarî xwedî cihekî taybet e. Demîrkiran bal kişand ser geşbûna bazara sewalkariyê û îfade kir ku ji serê sala 2013an vir ve 250 milyon heywan sewqî bajarên din hatine kirin.
Demîrkiran got ku bajarê me wek embara goşt tê zanîn û li herêmê bi vî awayî navdar bûye.
- Sewalên ji bo qurbanê tên sewqkirin dê bazirganiya Agiriyê geş bikin
Demîrkiran got ku sewqiyata wan a beriya cejnê bi rêk û pêk dewam dike û wiha pê de çû: "Ji herêmê 30 hezar dewar, 135 hezar jî pez hatin sewq kirin. Ji vê sewqiyatê em hêvî dikin ku 170 milyonan qezenc bikin û aboriya Agiriyê geştir bibe. Li gor par sewqiyat kêmtir e, lê ji ber ku îsal bihayê heywanan zêdetir e, dê qezenc jî zêdetir be."
Demîrkiran di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser daneyên sala 2012an û got ku par 49 hezar û 902 dewar, 120 hezar û 350 pez hatine sewq kirin.