Tirkiye

Sînordarkirina derketina derva ya tê tetbîqkirin didome

Sînordarkirina ku di saet 21.00ê da dest pêk kir dê 1ê sibatê roja duşemê saet 05.00ê da biqede

Elif Irmak  | 30.01.2021 - Rojanekırın : 31.01.2021
Sînordarkirina derketina derva ya tê tetbîqkirin didome

Ankara

Di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da sînordarkirina derketina derva ya li tevahiya Tirkiyeyê ya ku dê 1ê sibatê roja duşemê di saet 05.00ê da biqede di saet 21.00ê da dest pê kir.

Ji bilî yên ku îstisnaya wan hene hemû kargeh ji bo ku guh bidin maweya sînordarkirina derketina derva di saet 21.00ê da hatin girtin.

Rojên şemî û yekşemê ku sînordarkirin heye dê market, beqal, mêwefiroş, qesab û êmîşfiroş di navbera saet 10.00-17.00ê da vekirî bin.

Di nav heman seatan da market, beqal, mêwefiroş, qesab û êmîşfiroş û fîrmayên sîparîşê dê bikarin serwêsa malê bikin.

Rojên şemî û yekşemê firûn û kargehên ku ruhseda wan a berhemên arvanê hene û bayiyên wan ên nan difroşin dê vekirî bin.

Kargehên wekî loqente/restoran, pasten û şêranîfiroş îro dê heta saet 24.00ê tenê wekî serwêsa pakêt fealiyet bikin. Ev kargeh dê rojên şemî û yekşemê jî di navbera saet 10.00-24.00ê da fealiyetên serwêsa pakêt bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.