Dinya

Îngiltere bi awayekî qethî êdî ji Yekîtiya Ewropayê veqetiya

Abdullah Tel  | 01.01.2021 - Rojanekırın : 02.01.2021
Îngiltere bi awayekî qethî êdî ji Yekîtiya Ewropayê veqetiya

Greater London

 Veqetîna Îngiltereyê ya ji Yekîtiya Ewropayê di saet 23.00an da bi lêdana zinga Bîg Benê va dan bihîstîn. Ji ber tevdîrên Kovîd-19ê tu merasimek nehat kirin.

Îngiltereya ku di sala 1973an da bûbû endamê Yekîtiya Ewropayê di 31ê Rêbendana 2020î da ji yekîtiyê veqetiya û bi tabîbûna rêgezên Brukselê va ji bo Îngiltereyê heyameke nû dest pê kir.

Di navbera herdu aliyan da verastkirinên nû yên der heqê mijarên wek bazirganî, ger, koç, hiqûq û ewlehiyê da ketin rewacê.

Ji niha pê va wê herdu alî têkiliyên xwe yên bazirganî li gor peymana bazirganiya serbest a ku di 30yê Berfanbarê da îmzekirin, birêvabibin û Îngiltere jî wê li derveyê qada rayeya dadgehên Yekîtiya Ewropayê be.

Îngilîz ji wî heqê xebat û rûniştinê yên ku li welatên Yekîtiya Ewropayê xwedî bûn êdî mehrûm in. Welatiyên endamên Yekîtiya Ewropayê ne jî dema li gor şert û mercên koçê bin wê bikaribin li Îngiltereyê bijîn.

Di mijara sektora bankevanî û xizmet a ku di aboriya Îngiltereyê da xwedî cihekî girîng e jî wê çi bibe nediyare û wisa jî dewam dike.

Di vê navberê da Serokwezîr Borîs Johnson di peyama sersalê da bo veqetîna ji Yekîtiya Ewropayê got: "Ev ji bo welêt demeke pir xweşe. Me azadiya xwe hilda destê xwe û heta ji destê me bê, em ê awayê herî baş jê îstifade bikin û ev yek jî di destê me da ye."

- Pêvajoya Brexîtê

Li Qraltiya Yekbûyî ya ku ji Îngiltere, Galler, Îrlandaya Bakur û Îskoçyayê pêk tê, di 23yê Hezîrana 2016an da referandum hatibû kirin û ligel ji sedî 48an ji sedî 52yan biryara Brexîtê hatibû dayîn.

Îngiltere di 31ê rêbendanê da bi awayekî fermî ji YEyê veqetiya û bazirganî di serî da bi Yekîtiyê ra di mijara têkiliyên dualî da mizakereyên berfireh didomand.

Yekîtiya Ewropayê û Îngiltereyê da mijarên wek "peydakirina reqabeta adil", "rêbaza çareserkirina peymanên bazirganiyê" û "masîgirî" da hevdîtinên dualî kirin. Hevdîtinên di navbera herdu aliyan da ji ber hin mijaran dirêj bû û berî 7 roj qewlê veqetînê awayek fermî biçe serî lihevkirin pêk hat û peymana lihevkirinê ya di navbera herdu aliyan da jî di 30 Berfanbarê da hat îmzekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.