Destana Îlyadayê wergerandin zimanê kurdî
Hin beşên Destana Îlyadayê ya ku Homeros tê de behsa Şerê Troyayê dike wergerandin zimanê kurdî.

ÇANAKKALE
Hin beşên Destana Îlyadayê ya ku Homeros tê de behsa Şerê Troyayê dike wergerandin zimanê kurdî.
Arkeologê Weqfa Troîayê Fecrî Polat û hevalê wî mamosteyê tirkî Kamuran Demir, 4 beşên ewil ê berhemê, beşa 24an û beşa dawiyê wergerandin zimanê kurdî.
Polat daxuyanî da nûçegihanan û got: "Me 3 sal berê dest bi xebatan kir ku em berhemê wergerînin zimanê kurdî. 5 beşên ku me wergerand dê demeke kurt de wek pirtûk çap bibe."
Polat diyar kir ku berhem dê bi navê "Destana Îlyadêyê" bigihêje ber destê xwendevanan û rûpeleke wê dê bi zimanê kurdî bibe, rûpela din jî dê bi zimanê yûnanî bibe. Dê di pêşgotina pirtûkê de jî nivîsara Serokê Kolanê yê Troyayê Arkeologê Alman Prof. Dr. Manfred Osman Korfmann cih bigre.
Polat destnîşan kir ku Destana Îlyadayê di dinyayê de meşhûr e û heta niha li ser 30 zimanî wergerên wê çêbûne û wiha dewam kir: "Dema ku me dest pê kir ku berhemê wergerînin, hevalên me yên Enstîtuya Kurdî gotin ji ber ku zimanê berhemê giran e, dibe ku zimanê kurdî têra berhemê neke. Gelek kesan gotin 'ev werger xeyal e'. Lêbelê me guh neda kesî û em li ser xebitîn."
Polat got têgehên wisa giran di vê destanê de hene ku peyvên tu zimanî têrê nakin û wiha pê de çû:
"Ew têgeh di zargotinê de ango di kevneşopa Dengbêjiyê de hatine bikaranîn û têra vê berhemê kirin. Dema ku me ev dît em gelekî kêfxweş bûn. Zimanê kurdî di nav zimanan de baştirîn ziman e ku têra Destana Îlyadayê kir. Lewra her du jî berên heman kevneşopê ne. Destana Îlyadayê 400 salî bi bi devkî dewam kiriye. Ji bo ku zimanê kurdî jî winda nebe kevneşopa Dengbêjiyê pêşde diçe û mirov hemû destanên xwe, dîroka xwe bi kevneşopa zargotinê dide dewamkirin. Ji ber vê yekê zimanê kurdî têra vê berhemê kir."
Polat got hemû werger dibe ku di 5 salan de biqede.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.