Tirkiye, archive

Divê em destûrê nedin ku tundî dîsa dest pê bike

Wezîrê Darayiyê Şîmşek: "Dibe ku hin kes bixwazin pêvajoya çareseriyê bixitimînin lê divê hûn teqez xwedî lê derkevin. Divê em destûrê nedin ku tundî dîsa li vir dest pê bike.

23.09.2013 - Rojanekırın : 23.09.2013
Divê em destûrê nedin ku tundî dîsa dest pê bike

SÎÎRT

Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek digel Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz û Wezirê Çandinî û Ajaldariyê Mehdî Eker li navçeya Tîlloyê "bûyera ronahiyê" temaşe kir û li Avahiya Polêsan yên Sêrtê bi karsazan re beşdarî civînê bû.

Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek li wir di axaftina xwe de diyar kir ku hikûmet girîngiyê dide perwerdeyê û di 10 salên dawîn de sermayedanînên hatine kirin, di 80 salan de nehatine kirin. Şîmşek ragihand ku ji bo muteşebîsên ku dixwazin li herêmê sermayedanînan bikin piştgirî tê dayîn. 

Şîmşek diyar kir ku di pêşketina bajêran de sermayedanînên taybet gelek girîng in û Entab ji bo vê mînakeke baş e. Wezîr Şîmşek ragihand ji bo ku rewşeke aram çêbibe pêvajoya çareseriyê dane destpêkirin. Pêvajo dê encamên mayînde derxe holê û got ku "Pêvajoya çareseriyê dê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê bibe sedem ku sermayedanînên mezin çêbibin."

Şîmşek wiha axivî: "Batman dixwaze ku ji bajarê cîran Diyarbekirê derbas bibe, armanca Sêrtê jî divê ew be ku ji Batmanê derbas bibe. Pere û fikrê kê hebe vebijarkên wî jî zêde ne. Çi bikeve li ser milê me, em amade ne ku bikin. Em berpirsyar in ku welatê me û herêma me pêş ve biçe. Berê salê carekê encax wezîrek dihat an nedihat. Bawer im ez îsal 3 caran hatim Sêrtê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın