Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya di bin dagirkeriyê da ye 2 zarokên Filistînî kuştin
Istanbul
Hat ragihandin eskerên Îsraîlê li bajarê Ramallahê ya Şerîeya Rojava ya di bin dagirkeriyê da ye, 2 zarokên Filistînî kuştin.
Li gorî çavkaniyên herêmî yên Filistînî, li Sincila bajarokê Ramallahê 2 zarokên 16 û 17 salî ji ber hinceta ku kevir avêtin wesayîtên Îsraîlê û eskerên Îsraîlê jî gule li wan reşandin, hatin kuştin.
Di daxuyaniya Hîva Sor a Filistînê da hat gotin eskerên Îsraîlê nehiştin ku tîmên alîkariya ewil bigihêjin zarokên ku li xaçerêya Sincilê hatine gulebarankirin.
Çavkaniyên herêmî ji bilî vê gotin eskerên Îsraîlê dest dan ser cinazeyê 2 zarokên ku hatine kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
