Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Zelenskiy pêşaneyên mizakereyê yên bi Rûsyayê ra eşkere kir

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy pêşaneyên mizakereya ji ber şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da eşkere kir.

Bahtiyar Abdülkerimov  | 17.03.2022 - Rojanekırın : 18.03.2022
Zelenskiy pêşaneyên mizakereyê yên bi Rûsyayê ra eşkere kir

Kiev

 Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy di vîdeo peyama bişev weşand da got ku pêşaneya wan a ewil parastina rastî ya Dewleta Ukraynayê ye û wiha domand: "Di mizakereyan da pêşaneyên min teqez û diyar in. Divê şer bi dawî bibe, garantiyên ewlehiyê, serdestî û ji nû va pêkanîna yekîtiya axê pêk bê û ji bo welatê me garantiyên rasteqîn hebe û welatê me awayek rast bê parastin."

Di peyama xwe da Zelenskiy bangî eskerên Ûris kir û ji wan ra got ku heta li qada şer a Ukraynayê can didin bila çekên xwe deynin û wiha pê da çû: "Her eskerê Ûris ê ku çeka xwe deyne wê bibe xwedî şansek. Wê sax bimîne. Ez bi taybetî jî bangî wan dikim."

Zelenskiy destnîşan kir ku li bajarê Marîûpol a hatiye dorpêçkirî bi sedan kesî xwe spartin avahiya şanoyê û got ku ewder jî bi qestî hat bombekirin û wiha domand: "Avahî hilweşiya û hejmara kuştiyan nayê zanîn. Ji ber tiştên ku Rûsya tîne serê welatiyê me, Marîûpola me û herêma me ya Donetskê kezeba min diperite."

Zelenskiy got ku mueyîdeyên dijî aboriya Rûsyayê têrê nake, lewra ew hê jî li Ukraynayê şer didomîne û divê mueyîdeyên nû bikevin rewacê.

Zelenskiy anî ziman divê dinya bi fermî qebûl bike ku Rûsya dewleteke terorê ye û ya herî girîng jî divê piştgiriya Ukraynayê zêdetir bê kirin.

Vladîmîr Zelenskiy got wan di hevdîtina xwe ya bi Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen da li hev kir ku piştgiriya welatiyên Ukraynayê yên xwe spartine welatên Ewropayê bê kirin.

Ji bilî vê Zelenskiy daxuyand ew bi dostên Ukraynayê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoğan û Serokê Kanadayê Justin Trudeau ra jî axiviye, ji bo ku li welêt aştî dîsa pêk bê wan li ser gavên nû li hev kiriye û ji ber piştgiriya wan ew spasiya wan dike.

​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.