Zelenskiy: Di parastina welatê xwe da em tenê man
Moskova
Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy got ku komên sabotajê yên Ûris ketin Kîevê.
Zelenskiy ji ser Facebookê daxuyanî da û got ku artêşa Ukraynayê bi tevahiya welêt diparêze û di vê mijarê da jî serkeftî ye.
Zelenskiy destnîşan kir ku wan Balafirgeha Hostomelê ji hêzên Ûris paşve hildan û wiha domand: "Ev ji bo paytext jî tê meneya ewlehiyê. Li gor daneyên ewil 137 eqîd û welatiyên me can dan. Esker û sivîl."
Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy destnîşan kir ku di mijara parastina welatê xwe da bi tenê man û wiha domand: "Di mijara statuya bêalî da em natirsin û dikarin bi Rûsyayê ra li ser vê mijarê gotubêjê bikin. Lê wê di mijara ewlehiyê da garantiyên me çi bin?"
Zelenskiy ji welatên ji bilî gotinê di mijarên din da jî alîkarî dan ra spas kir û got: "Lê em di parastina welatê xwe da bi tenê man. Kî dikare alî me şer bike? Ez vê nabînim. Kî dikare garantiyê bide Ukraynayê ku wê tevlî NATOyê bibe. Herkes ditirse."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.