Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Zelenskiy bertek nîşanî biryara NATOyê da ku çima li Ukraynayê qada ji firînê ra qedexe îlan nekir

"NATOyê îro qada ji firînê ra bê qedexe kirin, red kir û rê da ku gund û bajarên Ukraynayê bên bombekirin. Ji îro pê va hemû kesên bimirin, ji rûyê we da dimirin."

Bahtiyar Abdülkerimov  | 05.03.2022 - Rojanekırın : 06.03.2022
Zelenskiy bertek nîşanî biryara NATOyê da ku çima li Ukraynayê qada ji firînê ra qedexe îlan nekir

Taşkent

 Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy diyar kir ku NATOyê bi biryara redkirina qada ji firînê ra qedexe va derî li bombebarandina ser gund û bajarên Ukraynayê vekir.

Di daxuyaniya xwe da Zelenskiy lûtkeya NATOyê ya hat kirin nirxand û got: "Ew lutkeyeke qels bû û heşê mirovan tevlihev kir. Herkes têkoşîna azadiyê ji bo Ewropayê armanca sereke nahesibîne û lutkeyeke ev yek lê bi eşkere hat dîtin, kirin. Hemû teşkîlatên îstixbaratê yên NATOyê bi planên neyar zanin û Rûsya dixwaze êrîşên xwe bidomîne. Ev 9 roj e em şerekî hov dibînin û bajarên me ji holê radikin, zarok û welatiyên me bombebaran dikin. NATO zane ku wê êrîşên nû bên kirin û digel vê bi qestî biryara qada li ser Ukraynayê ji firînê ra bê qedexeirin, neda."

Zelenskiy biryara NATOyê rexne kir û wiha domand: "NATOyê îro qada ji firînê ra bê qedexe kirin, red kir û rê da ku gund û bajarên Ukraynayê bên bombekirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.