Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Ukrayna: Li Donetsk û Luganskê di rojeke dawîn da 9 êrîşên Rûsyayê hatin pûçkirin

Davit Kachkachishvili  | 22.05.2022 - Rojanekırın : 23.05.2022
Ukrayna: Li Donetsk û Luganskê di rojeke dawîn da 9 êrîşên Rûsyayê hatin pûçkirin

Kiev

Sererkaniya Ukraynayê daxuyand, li Donetsk û Luganskê di 24 saetên dawîn da 9 êrîşên artêşa Ûris ji aliyê artêşa Ukraynayê va hat têkbirin.

Di daxuyaniya sererkaniyê da bal hat kişandin ku li rojhilata welêt li herêmên ku şer lê dewam dike, êrîşên esmanî yên Rûsyayê zêde bûne û wiha hat gotin, "Dijmin li Herêma Operasyonê ya Rojhilatê çalakiyên xwe yên êrîşkar nasekinîne."

Ji aliyê sînorê Belarûsê va ji esman va û bi topan va êrîşî cî û warên Ukraynayê dikin, ji ber vê yekê li aliyê Belarûsê wesayîtên îstixbaratê yên taybet û zêde li herêmê hatin bicihkirin.

Artêşa Ûris erîşên esmanî birin ser herêmên Sumî û Çernîgîvê yên ku dikevin bakurê rojhilata Ukraynayê û gule berdan yekîneyên artêşa Ukraynayê yên li Zaporijyayê.

Li gor daxuyaniyê li Donetsk û Luganskê di rojekê da Rûsyayê 9 êrîş kirin, lê artêşa Ukraynayê ev êrîş pûç kirin, eskerên Ukraynayê 5 tank, 10 wesayîtên bizirx, 2 wesayît û 4 pergalên topavêj ên Ûrisan û 10 deverên eskerî yên Ûrisan îmhe kirin.

Ji aliyê din va li gor Uniana ajansa nûçeyan a Ukraynayê, di 24 saetên dawîn da hêzên Ûris li herêma Xarkîvê di êrîşan da 8 kes birîndar kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın