Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Ukrayna: Ji 11 hezarî zêdetir eskerên Ûris hatin kuştin

Meiramgul Kussainova  | 06.03.2022 - Rojanekırın : 07.03.2022
Ukrayna: Ji 11 hezarî zêdetir eskerên Ûris hatin kuştin

Ukraine

Sererkaniya Ukraynayê daxuyand ku di şer da ji 11 hezarî zêdetir eskerên Ûris hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Sererkaniyê, di navbera Ukrayna û Rûsyayê da ji 24ê sibatê heta 6ê adarê daneyên zayîata şer hat rojanekirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji 11 hezarî zêdetir eskerên Ûris hatin kuştin, 44 balafir, 48 firoke, 285 tank, 985 wesayîtên bizirx, 109 pergalên topavêj, 447 wesayît, 60 tankên sotemeniyê û 4 wesayîtên esmanî yên bêmirov hatin îmhekirin.

Rûsyayê eşkere kir 2 hezar û 203 tesîsên binesaziya eskerî yên Ukraynayê hatin jinavbirin

Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand, li Ukraynayê bi tevahî 2 hezar û 203 tesîsên binesaziya eskerî hatin jinavbirin.

Berdevkê Wezaretê Îgor Konaşenkov li paytext Moskoyê daxuyanî da rojnamegeran.

Konaşenkov diyar kir, Hêzên Çekdar ên Rûsyayê û qaşo rêveberên li Donbasê yên cudaxwaz, cih û warên Ukraynayê yên bi navê Rubtsi, Karpovka, Makîîvka, Nobolobovka, Lîpovoye, Sredneye, Zelena Dolîna, Zakoblkovka, Peredove, Karyernoye û Rîvnopîl bi dest xistin. Konaşenkov got ku hêzên eskerî ber bi bakur û rojavayê bakurê bajarê Marîupolê bi pêş va diçin.

Konaşenkov bal kişand ku êrîşên wan ên dijî tesîsên binesaziya eskerî yên Ukraynayê didomin û wiha got, "Êvara 5ê Adarê di encama êrîşan da 61 binesaziyên eskerî yên Hêzên Çekdarên Ukraynayê hatin lêxistin."

Konaşenkov destnîşan kir ku balafirgeha eskerî ya li bajarê Starokostantînîvê jî hat lêxistin û wiha dewam kir:

"Ji destpêka operasyonê vir va 2 hezar û 203 tesîsên binesaziya eskerî yên Ukraynayê hatin jinavbirin. Di nava van da 76 navendên komûta û ragihandinê, 111 pergalên parastina asîmanî yên S-300, Buk M-1 û Osa û her wiha 71 îstasyonên radarê yên artêşa Ukraynayê hene. Ji xeynî van 69 balafirên li erdê, 24 balafirên li asîman, 778 tank û wesayîtên zirxî, 77 roketavêjên pirserî, 279 top, 553 wesayîtên taybet ên eskerî û 62 drone hatin jinavbirin."

 Artêşa Ukraynayê di 24 saetan da 2 balafir û 5 helîkopterên Rûsyayê daxistin

Hat ragihandin ku artêşa Ukraynayê di 24 saetên dawîn da 2 balafir, 5 helîkopter û firokeyeke bêfirokevan ên artêşa Rûsyayê daxistin.

Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Ukraynayê, di 24 saetên dawîn da 2 balafirên ku êrîşa asîmanî li dijî welêt kirin hatin daxistin.

Ji pîlotên ku xwe ji balafiran avêtin 3 jê dîl hatin girtin, yek jî kuştî hat bidestxistin.

Eskerên Ukraynayê her wisa 5 helîkopter û firokeyeke bêfirokevan ên artêşa Rûsyayê jî daxistin.

Ukrayna li bendê ye ku îro li Xarkîvê korîdora alîkariya mirovî vebe

David Arakhaimayê Serokê Partiya Xizmetkarê Gel a ku li Ukraynê partiya desthelat e, ragihand dibe ku îro li Xarkîvê korîdora alîkariya mirovî vebe.

Arakhamia di bersiva ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da pirsa şopînerekî xwe da diyar kir dibe ku korîdora navborî îro vebe.

Duh li bajarên Volnovaha û Marîupolê korîdorên alîkariya mirovî hatibûn vekirin.

Di 3yê Adarê da di encama mizakereyên heyetên Ukrayna û Rûsyayê da biryar hatibû sitandin ku ji bo ciyên ku di dijwariyê da ne korîdora mirovî were vekirin û li van herêman agirbesta berwext were pêkanîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın