Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Ukrayna: Hejmara eskerên Ûris ên di şer da hatin kuştin gihîşt 32 hezar û 500î

Nazir Aliyev Tayfur  | 14.06.2022 - Rojanekırın : 15.06.2022
Ukrayna: Hejmara eskerên Ûris ên di şer da hatin kuştin gihîşt 32 hezar û 500î

Kiev

 Serokatiya Sererkaniyê ya Ukraynayê ragihand ku di şerê ji 24ê sibatê vir va dewam dike da hejmara eskerên Ûris ên di şer da hatin kuştin gihîşt 32 hezar û 500î.

Serokatiya Sererkaniyê der heqê ziyanên artêşa Ûris a di navbera 24ê Sibatê û 14ê Hezîranê da daxuyanî da.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin li Ukraynayê 32 hezar û 500 eskerên Ûris hatin kuştin. Ji bilî vê, 233 balafir, 179 firoke, 1434 tank, 3 hezar û 503 wesayîtên bizirx, 721 top, 229 pergalên roketavêj û 97 pergalên parastina asîmanî hatin îmhekirin.

Hat gotin hêzên Ûris her wiha 2 hezar û 473 wesayît, 58 wesayîtên taybet,13 keştî û kelekên heza wan sivik, 588 wesayîtên esmanî yên bêmirov jî ji dest dan.

Wezareta Parastina Rûsyayê di 25ê Adarê da daxuyandibû ku li Ukraynayê 1351 eskerên Rûs hatin kuştin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın