Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Ukrayna: Di şerê ku bi Rûsyayê ra dikin da 32 rojnamegerên Ukraynayî hatin kuştin

Bahtiyar Abdülkerimov  | 06.06.2022 - Rojanekırın : 07.06.2022
Ukrayna: Di şerê ku bi Rûsyayê ra dikin da 32 rojnamegerên Ukraynayî hatin kuştin

Kiev

Wezîrê Polîtîkaya Çand û Enformasyonê yê Ukraynayê Aleksandr Tkaçenko diyar kir, di şerê ku Rûsyayê di 24ê sibatê da da destpêkirin da heta niha 32 rojnamegerên Ukraynayî hatin kuştin.

Tkaçenko ji bo Roja Rojnamegeran ku îro li welatê wî tê pîrozkirin, peyam weşand û daxuyand, îsal li welêt Roja Rojnamegeran li wan tehl bûye, di meha çarem a şerê ku Rûsyayê daye destpêkirin da 32 rojnamegerên Ukraynayî hatin kuştin.

Tkaçenko destnîşan kir ku di 8 salên dawîn da jimara rojnamegerên Ukraynayî yên ku di şer da hatin kuştin zêdetir e û bal kişand ser girîngiya rola rojnamegerên Ukraynayê.

Tkaçenko daxuyand, berpirsiyarî, ezm û wêrekiya rojnamegeran jî pir bi qîmet e û wiha dewam kir, "Eniya me ya enformasyonê bi saya we pir xurt e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.