Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Ukrayna: Artêşa Ûris di 24 saetên dawîn da 250 eskerên xwe da der

Ruslan Rehimov  | 13.05.2022 - Rojanekırın : 14.05.2022
Ukrayna: Artêşa Ûris di 24 saetên dawîn da 250 eskerên xwe da der

Kiev

 Sererkaniya Ukraynayê ragihand, artêşa Ûris di 24 saetên dawîn da 250 eskerên xwe da der û jimara eskerên Ûris ên ku di şer da mirin, derket 26 hezar û 900î.

Sererkaniya Ukraynayê agahiya xisar û ziyana ku artêşa Ûris di navbera 24ê sibatê û 13ê gulanê da eşkere kir.

Sererkaniyê daxuyand, artêşa Ûris di 24 saetên dawîn da 250 eskerên xwe da kuştin. Ev esker herî zêde li bajarê Kurahoveyê yê li ser Donetskê hatin kuştin.

Li gor agahiyan, ji artêşa Ûris a ku êrîşî Ukraynayê kir, 26 hezar û 900 esker hatin kuştin, 200 balafir, 162 firoke û 1205 tank, 2 hezar û 900 wesayîtên bizirx, 542 top, 193 pergalên roketavêj û 88 pergalên parastina esmanî yên artêşê hatin îmhekirin.

Her wiha 2042 wesayît, 13 keştî û kelekên kêmlez, 405 wesayîtên esmanî yên bêfirokevan ên hêzên Ûris jî hatin îmhekirin. 95 moşekên seyrê yên ku Ûrisan avêtin jî ji aliyê yekîneyên parastina esmanî va hatin îmhekirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 25ê adarê da daxuyandibû ku li Ukraynayê 1351 eskerên Ûris hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın