Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Ukrayna: Artêşa Ûris 26 hezar û 650 eskerên xwe, 1195 tankên xwe da der

Ruslan Rehimov  | 12.05.2022 - Rojanekırın : 12.05.2022
Ukrayna: Artêşa Ûris 26 hezar û 650 eskerên xwe, 1195 tankên xwe da der

Kiev

KÎEV (AA) - Sererkaniya Ukraynayê ragihand, artêşa Ûris 26 hezar û 650 esker, 199 balafir, 161 firoke û 1195 tankên xwe dan der.

Sererkaniya Ukraynayê agahiya xisar û ziyana ku artêşa Ûris di navbera 24ê sibatê û 12ê gulanê da eşkere kir. Sererkaniyê daxuyand, artêşa Ûris di 24 saetên dawîn da 300 eskerên xwe da kuştin.

Li gor agahiyan, ji artêşa Ûris a ku êrîşî Ukraynayê kir, 26 hezar û 650 esker hatin kuştin, 199 balafir, 161 firoke û 1195 tank, 2 hezar û 873 wesayîtên bizirx, 534 top, 191 pergalên roketavêj û 87 pergalên parastina esmanî yên artêşê hatin îmhekirin.

Her wiha 2019 wesayît, 13 keştî û kelekên kêmlez, 398 wesayîtên esmanî yên bêfirokevan ên hêzên Ûris jî hatin îmhekirin. 94 moşekên seyrê yên ku Ûrisan avêtin jî ji aliyê yekîneyên parastina esmanî va hatin îmhekirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 25ê adarê da daxuyandibû ku li Ukraynayê 1351 eskerên Ûris hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın