Ukrayna: Artêşa Ûris 23 hezar esker ji dest da
Kiev
Hat ragihandin, artêşa Ûris ya ku li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin 23 hezar esker, 189 balafir, 155 firoke û 986 tank ji dest dan.
Sererkaniya Ukraynayê der heqê zirara artêşa Ûris ya di navbera 24ê Sibatê-29ê nîsanê da daxuyanî da û got di nav 24 saetan da artêşê 200 eskerên din jî ji dest dan.
Li gorî daxuyaniyê, ji artêşa Ûris 23 hezar esker hatin kuştin û her wiha 189 balafir, 155 firoke, 986 tank, 2 hezar û 418 wesayîtên bizirx, 435 top, 151 pergalên roketavêj û 73 pergalên parastina esmanî jî hatin îmhekirin.
Hêzên Ûris her wiha 1695 wesayît, 8 keştî û kelekên leza wan sivik, 76 wesayîtên sotemeniyê û 229 wesayîtên esmanî yên bêmirov jî ji dest dan.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 25ê adarê da daxuyandibû ku 1351 eskerên Ûris li Ukraynayê hatine kuştin.