Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Ukrayna: 14 balafir, 8 firoke, 102 tank û ji 3 hezar û 500î zêdetir eskerên Rûsyayê hatin berterefkirin

Dmitri Chirciu  | 26.02.2022 - Rojanekırın : 26.02.2022
Ukrayna: 14 balafir, 8 firoke, 102 tank û ji 3 hezar û 500î zêdetir eskerên Rûsyayê hatin berterefkirin

Kiev

 Sererkaniya Ukraynayê diyar kir ku 14 balafir, 8 firoke, 102 tank, 536 wesayîtên bizirx ên Rûsyayê hatin lêxistin û Alîkarê Serokê Ofêsa Serokatiya Ukraynayê Mihayil Podolyak jî destnîşan kir ku ji 3 hezar û 500î zêdetir eskerên Rûsyayê hatin berterefkirin.

Di daxuyaniya Serokatiyê da hat gotin ku Rûsya eskerên din jî li sînorê Ukraynayê û herêmên nêzî sînor bi cî dike.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku zirara li artêşa Rûsyayê dikeve zêde dibe û wiha hat gotin: "14 balafir, 8 firoke, 102 tank, 15 topavêj û buka sîstema fuzeyê yên Rûsyayê hatin îmhekirin.

- "Ji 3 hezar û 500î zêdetir eskerên Rûsyayê hatin kuştin"

Alîkarê Serokê Ofêsa Serokatiya Ukraynayê Mihayil Podolyak di daxuyaniya li ser welatê xwe da diyar kir ku li bajarên Herson, Mikolayev, Odesa û Mariopolê pevçûn dewam dikin.

Podolyak destnîşan kir ku esker û polêsên welêt kontrola li welêt di destê xwe da digrin û wiha pê da çû: "Li Kîev û herêma Kîevê rewş di kontrolê da ye."

Podolyak got, "Ji şeveqê pê va ji 3 hezar û 500î zêdetir eskerên Rûsyayê hatin kuştin û 200 esker jî dîl hatin girtin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın