Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Şerê ku Rûsyayê li Ukraynayê da destpêkirin 3 meh e dewam dike

Ekip  | 24.05.2022 - Rojanekırın : 25.05.2022
Şerê ku Rûsyayê li Ukraynayê da destpêkirin 3 meh e dewam dike

Ankara

Şerê ku Rûsyayê bi telîmata Serokê Dewletê yê Rûsyayê li Ukraynayê da destpêkirin, 3 meh e dewam dike.

Putîn di 24ê sibatê da serê sibehê li ber têlevîzyonê xîtabî gel kir û wiha got ku wan "li ser Donbasa ku dikeve rojhilatê Ukraynayê operasyona eskerî ya taybet" da destpêkirin. Bi vî hawî Rûsyayê li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin.

Yekîneyên eskerî yên Ûris ji herêmên Ukraynayê yên Donetsk û Luhanskê ra ketin herêmên ku di destê rêvebiriya Kîevê da ne, di heman demê da ji sînorê Rûsyayê ra ketin herêmên Xarkîv, Sumî, Çernîgîvê ji ser Belarûsê ra ketin herêma Çernobîlê. Artêşa Ûris li ser Qirimê ra jî ket herêma Xerson û Melîtopolê. Ji hewa û esman va esker sewqî nêzî Kîevê kirin û dora Kîevê girtin.

Di meha duyem a şer da ji Kîev û herêma Çernîgîvê eskerên Ûris vekişiyan, yekîneyên Ukraynayê cardin ketin van deran. Li paytext Kîevê jiyan cardin normlîze bû. Ji aliyekê va şer dewam dike, ji aliyekê va jî jiyan dewam dike.

Artêşa Ûris dijî hedefên stratejîk ên li Ukraynayê çekên hesas ên menzîldirêj timî bi kar tîne. Di meheke dawîn da bi taybetî Amerîka û welatên Ewropayê ji bo Ukraynayê piştgiriya çekan biryar dan û piştî sewqkirina çekan artêşa Ûris berê moşekên mezzîldirêj da depo û wesayîtên ku ev çek tê da ne.

Artêşa Ûris daxuyand, wesayîtên neqlê yên welatên NATOyê ku çekan sewqî Ukraynayê dikin, hedefên meşrû yên artêşa Ûris in. Ukraynayê daxuyand ku di van êrîşan da sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.

- Xarkîv li ber xwe dide, Mariupol têk çû

Yekîneyên eskerî yên Ûris tesîsên binesaziyê yên eskerî dixe hedef û ji destpêka şer vir va dora Xarkîv û Mariupolê girt. Lêbelê artêşa Ukraynayê li van bajaran berxwedaneke mezin da.

Li herêma Xarkîvê şerê Ukrayna û yekîneyên Ûris hê dewam dike, rayedarên Ukraynayî daxuyandin ku ew cardin ketin hin cî û warên vê herêmê. Li Xarkîvê berxwedana artêşa Ukraynayê bi awayekî xurt dewam dike.

Di meha ewil da Ûrisan hewl da ku têkevin bajarên stratejîk ên li qeraxê Behra Azakê û ketin bajarê lîmanê yê Berdyanskê. Di meha sêyem a şer da Mariupol têk çû û ket destê Ûrisan. Lêbelê artêşa Ûris li Mariupolê rastî berxwedaneke mezin hat. Pevçûnan bi rojan dewam kir û Mariupol bû xirabe.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand, 2 hezar û 439 şervanên Ukraynayî yên ku li qada Fabirqeya Metalurjiyê ya Azovstalê xwe veşartibûn û li ber xwe didan, çekên xwe danîn û teslîm bûn. Aliyê Ukraynayê jî îdia kir ku ev kes bi şertê guherandina hêsîran teslîm bûn. Bi têkçûna Fabirqeya Azovstalê va artêşa Ûris Mariupol bi temamî kir destê xwe.

- Îxtimala bajarê Hersonê bi referandumê tevlî Rûsyayê bê kirin

Ji bajarên artêşa Ûris hilda bin kontrola xwe yek jê jî Xerson bû. Li Xersonê herêmeke ku rûbleyê Ûris tê bikaranîn hat damezrandin û hat gotin ku heta dawiya salê wê li seranserê herêmê rûble bê bikaranîn.

Hat gotin ku bila bajarê Xersonê bi referandumê tevî Rûsyayê bê kirin. Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov bal kişand ser Xersonê ku divê tevî Rûsyayê bê kirin û wiha domand: "Gelê Ukraynayê wê qedera xwe bi xwe kifş bike."

- Tesîra şer li rojhilatê Ukraynayê tê hîskirin

Di meha nîsanê da şer ber bi rojhilatê Ukraynayê va hat û tesîra şer li vê derê awayek berbiçav xwe dide hîskirin. Li gor daxuyaniya Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê yekîneyên Ûris li rojhilatê bajêr pêşva çûn û hin herêm hildan bin kontrola xwe.

Artêşa Ûris ragihand ku "armanca sereke ya operasyona taybet azadkirina Donbasê ye" û bi vê armancê hêzên xwe ber bi herêma Donetsk û Luhanskê ya rojhilatê Ukraynayê ne va bir lê her çiqas hewl bide jî zêdetir pêşva neçû.

Artêşa Ûris ragihand ku ew gihîştine sînorên îdarî yên bajarê Luhanskê lê di daxuyaniya Pentagonê da jî hat gotin ku operasyona Donbasê ya Rûsyayê gorî planên hatine kirin pêşva naçe û derengî ketiye.

Hêzên Ukraynayê jî êrîşên li ser herêmên Donetsk û Luhanskê yên ku qaşo di bin kontrola cudaxwazan da ne kirin û sivîl jî hatin kuştin.

- Ji bakurê Ukraynayê jî ber bi axa Sûriyeyê va êrîş hatin kirin

Bi taybetî jî di mehên dawîn da ji sînorên bakurê Ukraynayê yên ku artêşa Ûris jê vekişiya ber bi axa Rûsyayê va êrîşên tên kirin, zêdetir bûn.

Guleyên hewanê li cî û warên nêzî sînor dikevin û dibin sedema zirar û ziyanê û li hin herêmên stratejîk jî dibin hedef.

- Pevçûnên li Girava Maran

Digel van hemû tiştên diqewimin Rûsyayê li herêmên Odessa û Mikolayivê êrîşên xwe zêdetir kir û şer û pevçûnên li ser Girava Maran zêdetir bû. Ji destpêka şer vir va girav ketibû bin kontrola Rûsyayê û artêşa Ukraynayê ji bo paşvahildanê her çiqas êrîşên xwe zêdetir bike jî heya niha bi ser neket.

Wezareta Parastina Rûsyayê di daxuyaniya 10ê Gulanê weşand da ragihand ku di şer û pevçûnên sê rojan dewam kir da artêşa Ukraynayê 4 balafir, 10 firoke, 30 wesayîtên hewayî yên bêmirov, 3 keştiyên şer ên bizirx û 50yî jî zêdetir eskerên xwe ji dest da.

- Qisaweta ku wê şer bipeke Moldovayê

Daxuyaniyên ku Rûsyayê der heqê herêma Transdinyesterê ya li Moldovayê weşand da qisaweta ku wê şer ji Ukraynayê bipeke Moldovayê anî rojevê.

Alîkarê Fermandarê Herêma Eskerî ya Navenda Hêzên Çekdar ên Rûsyayê Ristem Minnekayev di daxuyaniyekê da got: "Ji bo kontrolkirina başûrê Ukraynayê herêma Transdinyesterê ya ku nifûsa wê bi Rûskî diaaxive dibe deriyekî veke."

Piştî vê daxuyaniyê li Tiraspol a qaşo paytexta Transdinyesterê ye di 25ê Nîsanê da bi roketê êrîşî "Wezareta Ewlehiya Dewletê" hat kirin û paşê jî di bircên peykên bi kêrî weşanên radyoyê tên da teqnîn çêbûn.

Di van bûyeran da jî li nêzî gundê Voronkovoyê di 5ê Gulanê da êrîşek bi heman şêweyê hat kirin. Du roj piştî vê jî li nêzî baregeha hewayî ya berê 4 teqîn çêbûn. Hin sivîlan herêm terk kir.

- Der heqê hejmara kuştiyên şer da daxuyaniyeke zelal tuneye

Peywirdarên Rûs di meha ewil a şer da ragihandin ku hejmara eskerên Rûs ên kuştî 1351 e, hejmara birîndaran jî 3 hezar û 825 e. Lêbelê peywirdarên Rûs piştî vê daxuyaniyê agahiyeke din a li ser vê mijarê nedan.

Peywirdarên Rûs her wisa îdia kirin ku di şer da artêşa Ukraynayê jî 23 hezar û 367 esker ji dest dan. Ukrayna jî îdia dike ku heta niha 29 hezar û 350 eskerên Rûs hatin kuştin.

Der heqê sivîlên kuştî yên di şer da ne Ukraynayê û ne jî Rûsyayê amareke kifş nedan.

- Li gorî NYyê hejmara penaberên Ukraynayî ji 6,5 milyonî derbas bû

Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY), di navber 24ê Sibatê-22yê Gulanê da nîvê zehftir bo Polonyayê ji Ukraynayê 6 milyon û 552 hezar û 971 kes derbasî welatên cîran bûn.

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya NYyê, ji ber şer di nava welêt da ji 6 kesî kesekî cihê xwe guherand, hejmara giştî jî 7,7 milyon kes e.

Li gorî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê jî di şer da ji 24ê sibatê vir va herî kêm 3 hezar û 381 sivîl hatin kuştin, 3 hezar û 680 sivîl jî birîndar bûn.

- Mizakereyên agirbestê rawestiyan

Dema şer dewam dikir, heyetên Rûs û Ukraynayê ji bo agirbestê 3 li Belarûsê 1 li Tirkiyeyê bi tevahî 4 caran hevdîtinên rûbirû kirin.

Di encama mizakereyên ku di 29ê Adarê da li Stenbolê hatin kirin da yên ku bi navbeynkariya Serokomar Recep Tayyip Erdogan pêk hat, heyeta Ukraynayê rêgezên peymana nivîskî ya muhtemel radestî heyeta Rûs kirin.

Heyeta Ukraynayê di 17ê Gulanê da ragihand, ji destpêka şer û vir va rewşa li Ukraynayê pir guherî û wan mizakereyên digel Rûsyayê rawestandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın