Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy ragihand ku ji 2 hezarî zêdetir zarok hatine revandin
Kiev
Serokê Dewleta Ukraynayê Valdimîr Zelenskiy diyar kir ku di dema şerê bi Rûsyayê ra dewam dike da 2 hezar zarokên Ukraynayî hatine revandin.
Zelenskiy bi vîdeo konferansê beşdarî Konseya Ewropayê bû û axivî.
Di axaftina xwe da Zelenskiy got ku Ukraynayê tu car şer nedixwest lê ev meheke axa wan di bin bombebarandinê da ye.
Zelenskiy got ku ji 2 hezarî zêdetir zarokên Ukraynayê hatine revandin û wiha dewam kir: "Em nizanin zarokên me li kuderê ne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.