Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Serokwezîrê Îsraîlê di 24 saetan da 3 caran bi Zelenskiy ra axivî

Mücahit Aydemir  | 06.03.2022 - Rojanekırın : 09.03.2022
Serokwezîrê Îsraîlê di 24 saetan da 3 caran bi Zelenskiy ra axivî

Quds

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett di 24 saetan da ji bo cara sêyemîn bi Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy ra bi têlefonê axivî.

Di daxuyaniya nivîskî ya Serokwezîriya Îsraîlê da hat diyarkirin, Bennett îro sibehê zû bi Zelenskiy ra bi têlefonê axivî.

Hat destnîşankirin, bi vê axaftinê va ev bû cara sêyemîn ku Bennett di 24 saetan da bi Zelenskiy ra bi têlefonê axivî.

- Dîplomasiya Serokwezîrê Îsraîlê ya ji bo Ukraynayê

Serokwezîrê Îsraîlê Bennett ji bo xebatên navbeynkariya êrîşên Rûsyayê yên dijî Ukraynayê duh bi ziyareteke surprîz va derketibû tûra Moskova û Berlînê.

Bennett piştî hevdîtina li Moskovayê ya digel Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn derbasî Berlînê bûbû û digel Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz hevdîtin kiribû.

Bennett piştî hevdîtina bi qasî 3 saetan ya digel Putîn, bi têlefonê bi Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy ra axivîbû.

Bennett dû ra derbasî Berlînê bûbû, digel Scholz hevdîtineke bi qasî 1,5 saetî kiribû.

Çavkaniyeke siyasî ya Îsraîlî eşkere kiribû, Bennett digel Amerîka, Almanya û Fransayê di kordînasyonê da ye û diyaloga wî ya digel Ukraynayê didome.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın