Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Rûsya: Me li Ukraynayê firokeya eskerî ya tîpa "Mi-24ê" xist

Dmitri Chirciu  | 11.08.2022 - Rojanekırın : 14.08.2022
Rûsya: Me li Ukraynayê firokeya eskerî ya tîpa "Mi-24ê" xist

Moskova

 Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand, wan li herêma Dniproyê ya Ukraynayê firokeyeke eskerî ya tîpa "Mi-24"ê ya artêşa Ukraynayê xist.

Konaşenkov der barê çalakiyên ku artêşa Ûris di şerê dijî Ukraynayê da dikin da daxuyanî da.

Konaşenkov diyar kir ku artêşa Ûris dijî unsûrên eskerî yên Ukraynayê êrîşan didomîne û daxuyand, li aliyê bajarên Bahmut û Avdiyivkayê ji sedî 50yê eskerên tûxaya 14em û 66em ên Artêşa Ukraynayê hatin berterefkirin.

Konaşenkov destnîşan kir ku di 24 saetên dawîn da 20 navendên rêvebirinê, depoyên muhimatê, pergala kifşkirina cih a pergala parastina esmanî ya "S-300"î hatin îmhekirin û wiha dewam kir, "Li nêzî bajarê Nîkopolê ya li herêma Dnîproyê firokeya eskerî ya tîpa Mi-24ê bi destê Hêzên Esmanî yên Ûris hat lêxistin. Di 24 saetên dawîn da 7 wesayîtên esmanî yên bêfirokevan hatin tunekirin."

Konaşenkov wiha got, "Li Ukraynayê heta niha 267 balafir, 146 firoke, 1727 wesayîtên esmanî yên bê firokevan, 365 pergalên fuzeyê yên parastina esmanî, 4 hezar û 287 tank û wesayîtên bizirx, 797 roketavêjên pirlûle, 3 hezar û 290 obus û topên hewangê û 4 hezar û 820 wesayîtên eskerî yên taybet hatin îmhekirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın