Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Rûsya: Li Mariupolê ji Fabirqeya Azovstalê 959 eskerên Ukraynayî teslîm bûn

Ali Cura  | 18.05.2022 - Rojanekırın : 19.05.2022
Rûsya: Li Mariupolê ji Fabirqeya Azovstalê 959 eskerên Ukraynayî teslîm bûn

Moskova

 Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand, di du rojên dawîn da li Mariupolê ji qada Fabirqeya Metalurjiyê ya Azovstalê 959 eskerên Ukraynayî teslîm bûn.

Konaşenkov li ser çalakiyên ku artêşa Ûris di şerê Ukraynayê da dike, daxuyanî da.

Konaşenkov li ser rewşa eskerên Ukraynayê yên li Fabirqeya Metalurjiyê ya Azovstalê agahî da û diyar kir, eskerên Ukraynayê yên li qada fabirqeyê û mensûbên tabûra Azovê teslîm dibin.

Konaşenkov wiha xeberda, "Di nava rojekê da 29 jê birîndar 694 şervan, ji 16ê gulanê vir va 80 jê birîndar bi tevahî 959 şervan teslîm bûn. Ji birîndaran 51 ji ber ku pêdivî hebû, (qaşo) li Komara Gel a Donetskê li Novoazovsk di nexweşxaneyê da hatin razandin."

Konaşenkov daxuyand, li Ukraynayê tearûzên yekîneyên eskerî yên Ûris dewam dikin, wan ji hewa va bi moşekên hesas va li herêma Donetskê nêzî niştewarê Soledarê baregeha parastina herêmê jî tê da 2 navendên fermanê, li Krasnogorovke û Mikolayivê yekîneya şervanên peretî yên ku ji welatên Ewropayê hatine jî tê da 31 qadên ku wesayîtên teknîkî yên eskerî û yekîneyên Ukraynayê lê ne, hatin gulebarankirin.

Konaşenkov wiha dewam kir, "Heta niha 172 balafir, 125 firoke, 927 wesayîtên esmanî yên bêfirokevan, 311 pergalên moşekan ên parastina esmanî, 3 hezar û 139 tank û wesayîtên bizirx, 389 roketavêjên pirlûle, 1548 obus û topên hewanê, 2 hezar û 997 wesayîtên eskerî yên taybet ên artêşa Ukraynayê hatin îmhekirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.