Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Rûsya: Artêşa Rûs li herêma Xarkîvê bajarê Îzyûmê bi dest xist

Ali Cura  | 24.03.2022 - Rojanekırın : 24.03.2022
Rûsya: Artêşa Rûs li herêma Xarkîvê bajarê Îzyûmê bi dest xist

Moskova

 Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand, yekîneyên eskerî yên Rûs li Ukraynayê li herêma Xarkîvê, bajarê Îzyûmê bi dest xist.

Konaşenkov di daxuyaniya xwe da li ser şerê Rûsya-Ukraynayê agahî dan.

Konaşenkov diyar kir, pêşreviya artêşa Rûs a di nav xaka Ukraynayê da berdewam e û wiha got, "Îro serê sibehê artêşa Rûs li herêma Xarkîvê bajarê Îzyûmê bi dest xist."

Konaşenkov destnîşan kir, li dijî hedefên nêzîkî paytext Kîevê, çekên menzîldirêj ên pir hesas tên emilandin û wiha got, "Bi şev ji asîman û behrê bi çekên menzîldirêj ên pir hesas ciyên eskerî yên Hêzên Çekdarên Ukraynayê hatin lêdan. Di encamê da li Danîlovkayê û li başûrê Kîevê 13 pergalên parastina asîmanî hatin jinavbirin ku 9 jê S-300 û 4 jê jî Buk-M1 in."

Konaşenkov got ku wan li nêzîkî Xarkîv û Markovkayê 2 drone xistin û wiha dewam kir, "Heta niha 257 drone, 160 roketavêjên pirserî, 202 pergalên parastina asîmanî, 1572 tank û wesayîtên zirxî, 633 obus û topên hewanê û 1379 wesayîtên eskerî yên taybet ên artêşa Ukraynayê hatin jinavbirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın