Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Neteweyên Yekbûyî ragihand 874 hezar penaberên Ukraynayî derbasî welatên cîran bûne

Bayram Altuğ  | 02.03.2022 - Rojanekırın : 03.03.2022
Neteweyên Yekbûyî ragihand 874 hezar penaberên Ukraynayî derbasî welatên cîran bûne

Geneve

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber şerê Rûsya-Ukraynayê heta duh 874 hezar penaberên Ukraynayî derbasî welatên cîran bûne.

Komîseriya Bilind a Penaberan ya NYê (KBPNY) agahiyên der barê qeyrana penaberiya Ukraynayê da ku ji ser çavkaniyên curbecur berhevkirî, belav kir.

Li gor daneyan ji 24ê Sibatê heta 1ê Adarê ji sedî 51,9ên wan ber bi Polonyayê va bi tevahî 874 hezar û 26 penaberên Ukraynayî derbasî welatên cîran bûn.

Hat gotin ku li Polonyayê 453 hezar 982, li Macaristanê 116 hezar û 348, li Moldovayê 79 hezar û 315, li Slovakyayê 67 hezar, li Romanyayê 44 hezar û 540, li Rûsyayê 42 hezar û 900, li Belarûsê 341 û li welatên Ewropayê jî 69 hezar û 600 penaberên Ukraynayî hene.

KBPNY destnîşan kir ku tevlî vê jimarê ji herêmên Donetsk û Luhanskê jî di navbera 18 û 23ê Sibatê da 96 hezar kes derbasî alî Rûsyayê bûn.

Di hişyariya xwe da KBPNYê destnîşan kir ku heke rewş xerabtir bibe ji 4 milyonî zêdetir sivîl wê ji Ukraynayê birevin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.