Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Japonya di derxistina banqeyên Ûris a ji pergala SWIFTê da digel Amerîka û Ewropayê ye

Ahmet Furkan Mercan  | 28.02.2022 - Rojanekırın : 01.03.2022
Japonya di derxistina banqeyên Ûris a ji pergala SWIFTê da digel Amerîka û Ewropayê ye

Tokyo

Japonya jî dê beşdarî tengavkirina derxistina hin banqeyên Ûris ji pergala transfera pere ya navneteweyî SWIFTê bibe ku Amerîka û hin welatên Ewropayê ji ber midaxeleya eskerî ya Rûsyayê ya dijî Ukraynayê, biryar sitandin ku cîbicî bikin.

Serokwezîrê Japonyayê Kişida Fumio di bernameya têlevîzyonê ya ku beşdar bû da midaxeleya eskerî ya Rûsyayê ya dijî Ukraynayê wekî "nabe misamehe were nîşandan" tewsîf kir û wiha got, "Em midaxeleyê wekî guhertina statukoyê bi emilandina hêzê dibînin."

Kişida bal kişand ku midaxele bi awayekî eşkere hiqûqa navneteweyî binpê dike û wiha dewam kir, "Em vê yekê bi awayekî tund şermezar dikin. Me biryar sitand û heyînên darayî yên Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn û hin peywirdarên hikûmetê cemidand."

Kişida her wihsa got ku welatê wî jî dê beşdarî tengavkirina derxistina hin baqeyên Ûris ji pergala transfera pere ya navneteweyî SWIFTê bibe ku Amerîka û hin welatên Ewropayê biryar sitandin ku cîbicî bikin.

Kişida diyar kir ku ji bo gelê Ukraynayê ew ê alîkariya bilez a 100 milyon dolarî û ji cinsê Yenê Japon ew ê bi bihayê 100 milyon dolarî jî alîkariya krediyê bidin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın