Jiyan, Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Bîsîkletvanê Ukraynayî Buts ji stargehê derket hat û di Tour of Turkiyeyê da derket ser podyumê

Fatih Erel  | 11.04.2022 - Rojanekırın : 12.04.2022
Bîsîkletvanê Ukraynayî Buts ji stargehê derket hat û di Tour of Turkiyeyê da derket ser podyumê

Aydın

 Bîsîkletvanê Ukraynayî Vîtaliy Buts ku di etaba ewil a Tûra Bîsîkletê ya Tirkiyeyê ya Serokomariyê ya 57emîn (Tour of Turkiye) da mayoya spî qazanc kir, ji ber dagiriya Ukraynayê ya ji hêla Rûsyayê va bangî civaka navneteweyî kir ku şer di demeke herî nêzîk da bê bidawîkirin.

Di merasima mayoyê ya werzişvanan da ya ku li Bodruma navçeya Muglayê start danê û di dawiya 207,6 kîlometreyî da li Bêndera Kuşadasiyê da finiş kirin, bîsîkletvanê Ukraynayî Buts yê ji Pro Teama Şaredariya Bajarê Mezin a Sakaryayê yê ku bi alaya welatê xwe Ukraynayê ya di bin êrîşa Rûsyayê da derket, piştî merasimê ji bo peyamnêrê AAyê axivî.

Buts der heqê qazanckirina mayoya spî da axivî û wiha got, "Plan hebû ku em piştî etaba ewil mayo qazanc bikin. Etab îsal dijwar in. Tîmên baş man ji tûran ra. Em dixwazin tîma Tirk bi awayê herî baş temsîl bikin. Em dixwazin bêtir xelatên mayoyê qazanc bikin."

Buts qala piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo Ukraynayê jî kir û wiha got, "Ez spasiya Tirkiyeyê dikim. Tirkiye piştgiriyê dide me. Însanên me qebûl dike. Bira aştî were dinyayê."

- Ji sitargehê derket beşdarî pêşbirkê bû

Buts dema şer dest pê kir ew li Ukraynayê bû û wiha axivî: "Dema şer dest pê kir em di 4an da hişyar bûn. Em li bajarê Nîkolaevê bi dengê bombeyan hişyar bûn. Ez, jina xwe û zarokên me bêyî ku em tiştekî û kincekî hildin em ji malê derketin û çûn gundekî qasî 100 kîlomêtro dûr. Dema dengê sîrenan dihat em diketin sitargehan. Ji ber ku ez werizşvanê tîma Tirkan bûm bi destûreke fermî ez hefteyekê sekinîm paşê qasî 3 hefteyan bê antreman bi malbata xwe va ez hatim Tirkiyeyê û beşdarî pêşbirkê bûm.

Buts bangî civaka navneteweyî kir ku şer bê rawestandin û wiha dewam kir: "Li Ukraynayê hin bajêr xirab bûn. Mirov dimirin û hemû dinya temaşe dike. Li Ukraynaya ku di nav Ewrpayê da ye şerekî wiha heye. Rûsyayê êrîşî me kir û yê sûcdar Rûsya ye."

Buts got ew dikare ji Tirkiyeyê her cure piştgiriyê bide welatê xwe û wiha pê da çû: "Hemû dinya alîkariya Ukraynayê dike, ez jî ji bo her cure piştgiriyê amade me. Ji bo ku ez zêde xelatan qezenc bikim û piştgiriyê bidim artêşa Ukraynayê ez dixebitim. Di pêşbirkê da min serkeftineke baş bi dest xist û min xwest ez xebereke xweş bidim hevalên xwe yên li Ukraynayê, dê û bavê xwe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.