Dinya, Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Amerîkayê ji bo "li Ukraynayê agirbesta acîl" bangî Rûsyayê kir

Hakan Çopur  | 14.05.2022 - Rojanekırın : 14.05.2022
Amerîkayê ji bo "li Ukraynayê agirbesta acîl" bangî Rûsyayê kir

Washington DC

 Lloyd Austînê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ji serê şerê Rûsya-Ukraynayê vir va cara ewil bi hemtayê xwe yê Ûris Sergey Şoygu ra hevdîtin kir û banga "Li Ukraynayê agirbesta acîl" kir.

John Kîrbyê Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku Austîn ji 18ê sibatê vir va cara ewil bi hemtayê xwe yê Ûris Şoygu ra hevdîtin kir.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Wezîr Lloyd Austîn ji 18ê sibatê vir va bi Sergey Şoyguyê Wezîrê Parastinê yû Rûsyayê ra cara ewil di 13ê gulanê da hevdîtin kir. Wezîr Austîn bangî Rûsyayê kir ku li Ukraynayê demildest agirbest bê pêkanîn û bal kişand li ser girîngiya vekirî hiştina qenalên têkiliyê."

Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê di 24ê sibatê dest pê kiribû, di şerê ku ji wê demê vir va dewam dike da amerîkayê û welatiyên Ewropayê dijî Moskovayê gelek biryarên mueyîdeyê hildabûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın