Zanist û teknolojî

Xwendekarên lîseyê yên Agiriyî bi roketa ku sêwirandin va xwe amadeyî TEKNOFESTê dikin

"Di çarçoveya lîseyan da li vê herêmê em yekane lîse ne ku beşdarî festîvalê dibe. Piraniya 45 tîmên ji fînalê ra man zanîngeh in, Lîseya Anadoluyê ya Çiyayê Agiriyê jî ji wan tîman e ku ji fînalê ra man"

Önder Beyter  | 01.09.2020 - Rojanekırın : 02.09.2020
Xwendekarên lîseyê yên Agiriyî bi roketa ku sêwirandin va xwe amadeyî TEKNOFESTê dikin

Ağrı

 Xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Çiyayê Agiriyê piştî xebateke mehan bi navê "Adal" roketek siwêrandin û dixwazin bi vê roketê va di Festîvala Hewagerî, Feza û Teknolojiyê TEKNOFESTê bibin û pile bi dest bixin.

5 xwendekarên lîseyê ku bi kordînatoriya mamosteyê fîzîkê Tuncay Yildiz meha sibatê dest bi xebatan kirin, sêwirîna pozê roketê û karên wê yên printera sêber li Navenda Zanist û Hunerê, karên wê yên mekanîk-tornayê jî li sîteya pîşesaziyê kirin.

Xwendekarên ku navê "Adal" li roketê kirin, roket ji qonaxa testê ya kategoriya îrtifaya navînî derbas bû û ew maf bi dest xist ku di Festîvala Hewagerî, Feza û Teknolojiyê TEKNOFESTê bikeve pêşbaziyê.

Ciwan bi roketa 2 metre û 42 santîm dirêj û dikare derkeve heta 3000-3600 metre bilindahiyê va dixwazin li TEKNOFESTê bi pileyê vegerin.

Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê Mehmet Faruk Tekin ku çû ziyareta lîseyê û li ser roketê lêkolîn pêk anî, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku xwendekaran serkeftineke mezin bi dest xist.

Tekin bal kişand ku xwendekar dê 3yê îlonê di fînala TEKNOFESTê da ji bo bidestxistina pileyê, dê roketê bifirînin û wiha dewam kir:

"Xwendekarên me 6 meh e ji bo çêkirina vê roketê şev û roj dixebitin. Ev ji bo me serkeftineke mezin e. Înşelah dê bi ser bikevin û me serbilind bikin. Di çarçoveya lîseyan da li vê herêmê em yekane lîse ne ku beşdarî festîvalê dibe. Piraniya 45 tîmên ji fînalê ra man zanîngeh in, Lîseya Anadoluyê ya Çiyayê Agiriyê jî ji wan tîman e ku ji fînalê ra man."

Xwendekar Muhammed Nur Berkay Gok ku ji xwendekarên çêkerên roketê ye, diyar kir ku ew dixwazin di festîvalê da bibin yekemîn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.