Zanist û teknolojî

Xelata Kîmyayê ya Nobelê ya 2021ê dan Benjamin List û David W.C. MacMillan

06.10.2021 - Rojanekırın : 07.10.2021
Xelata Kîmyayê ya Nobelê ya 2021ê dan Benjamin List û David W.C. MacMillan

Ankara

ANKARA (AA) - Xelata Kîmyayê ya Nobelê ya 2021ê dan kîmyagerê Alman Benjamin List û kîmyagerê Amerîkayî yê bi eslê xwe Îskoç David W.C. MacMillan.

Di civîna çapemeniyê ya li Akademiya Zanistan a Qraliyeta Swêdê da hat ragihandin, ji ber dahênana "organokatalîzî"yê Xelata Kîmyayê ya Nobelê dan List û MacMillan yên ku ev amûra nû ya di çêkirina molekulan da kêrhatî ye îcad kirin.

Hat destnîşankirin, ev amûra ku bi destê van herdu zanyaran hat dahênan, di lêkolînên farmasotîk da bandoreke mezin derxist holê û her wiha kîmya bêtir kir "jîngehparêz".

Sala 2015an zanyarê Tirk Aziz Sancar, Xelata Kîmyayê ya Nobelê qezenc kiribû. Sancar bûbû "Zanyarê ewil ê Tirk ku Xelata Nobelê qezenc kir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.