Zanist û teknolojî

Wêneya Gola Wanê ya ji fezayê kişandî di nava favoriyên NASAyê da cih girt

Önder Beyter  | 14.03.2021 - Rojanekırın : 16.03.2021
Wêneya Gola Wanê ya ji fezayê kişandî di nava favoriyên NASAyê da cih girt

Van

 Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) di pêşbaziya 20 wêneyên dinyayê yên ku di 20 salan da ji hêla peywirdarên li Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS) hatine kişandin da cih da wêneya Gola Wanê ya ji fezayê kişandî jî ku ev yek li Wan û Bidlîsê bû wesîleya kêfxweşiyê.

Di pêşbaziya online ya bi navê "Turnuwaya Dinyayê" da wêneya Gola Wanê ya ku Astronot Kate Rubinsê 12ê Îlona 2016an ji fezayê kişand ket nava favoriyan.

Di kurtemekê da wêneya Gola Wanê ji hêla bi hezaran kesî va hat ecibandin.

Welatiyên ku li Wan û Bidlîsê dijîn jî di parvekirinên li ser medyaya civakî da kêfxweşiya xwe anîn ziman û bang kirin ku piştgirî bê dayîn da ku wêne wekî yekemîn bê hilbijartin.

Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez di daxuyaniya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, ew kêfxweş in ku wêneya Gola Wanê di nava favoriyên NASAyê da cih girt.

Bilez diyar kir ku pêşbazî sibê dê bi dawî bibe û wiha got, "Ev pêşbazî bû firsend ku Gola Wanê li dinyayê bêtir bê naskirin. Gola Wanê ji ciyên herî xweş ên dinyayê ye. Ji dîrokê ji me ra mîras maye. Lewma jî em wisa bawer in ku divê em vê nirxê biparêzin û ji nifşên nû ra bihêlin. Hêviya min ji hemşehriyên min jî ew e ku eleqeyê nîşanî vê pêşbaziyê bidin."

Mirov dikare ji ser malpera fermî ya NASAyê "https://earthobservatory.nasa.gov/tournament-earth" deng bide.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.