Zanist û teknolojî

Stêrka sîstemeke tavê ya nû cara ewil bi teleskopê hat şopandin

Li Çola Atmeceyê Teleskoba Zehf Mezin a Mala Çavdêriyê ya Başûr a Ewropayê sitêrka dergûş û 2 gerstêrkên ji xazê tesbît kirin, hat ragihandin ku dûrahiya wan 300 salên roniyê ye.

Haydar Şahin  | 23.07.2020 - Rojanekırın : 24.07.2020
Stêrka sîstemeke tavê ya nû cara ewil bi teleskopê hat şopandin

Ankara

 Li Çola Atmeceyê Teleskoba Zehf Mezin a Mala Çavdêriyê ya Başûr a Ewropayê sitêrka dergûş û 2 gerstêrkên ji xazê tesbît kirin, hat ragihandin ku dûrahiya wan 300 salên roniyê ye.

Hat destnîşankirin ku stêrka bi navê "TYC 8998-760-1" ya li Komstêrka Mêşê 17 milyon salî ye, xazên li dora gerstêrkê hatin tesbîtkirin jî ji mesafeya dinyayê ya bi Jupîter û Saturnê dûrtir e.

"Gera xwe ya li dora stêrkê di çend hezar salan da temam dike"

Hat gotin ku gerstêrk gera xwe ya li dora stêrkê di çend hezar salan da temam dike û kutleya wan ji ya gerstêrkên Sîstema Tavê girantir e.

- Versiyona ciwan a tavê ye

Alexander Bohnê ji Zanîngeha Leîdenê got ya ku komê kelecanî dike ew e ku vê wekî "versiyona zehf ciwan a tavê" dibînin.

Li bendê ne ku zanyarên fezayê bi vê tesbîtê va pêşketina Sîstema Tavê baştir fehm bikin.

Dîsa tê gotin ku bi teleskopekê va rasterast şopandina gerstêrkên din zehf zor e û kêm caran tê dîtin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın