Zanist û teknolojî

SpaceXê peyka çavdêriya erdê ya Arjantînê şand fezayê

Hilberînerê roket, peyk û mekûka fezayê ya Amerîkan SpaceXê, peyka çavdêriya erdê ya Arjantînê veguhest fezayê.

Önder Beyter  | 31.08.2020 - Rojanekırın : 01.09.2020
SpaceXê peyka çavdêriya erdê ya Arjantînê şand fezayê

Ankara

Hilberînerê roket, peyk û mekûka fezayê ya Amerîkan SpaceXê, peyka çavdêriya erdê ya Arjantînê veguhest fezayê.

Li gorî agahiya li ser malpera "Space.com"ê, peyka çavdêriya erdê ya Arjantînê "Saocom-1B" bi roketa Falcon 9 a SpaceXê ji Baregeha Fezayê Cape Caraveral a li Floridayê bo fezayê hat firandin.

Peyk bi piranî dê ji bo tesbîta ciyên ku petrol dizê û kêmkirina badorên afatên xwezayî were emilandin.

Yekemîn peyka çavdêriyê ya Arjantînê "Saocom-1A" cotmeha 2018an ji Baregeha Hêzên Asîmanî Vandenbergê ya Amerîkayê ya li eyaleta Californiayê bi serkeftî bo fezayê hatibû şandin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.