Zanist û teknolojî

Rêjeya kesên ku înternetê bi kar tînin zêde dibe

Li Tirkiyeyê ji meha nîsanê vir va rêjeya kesên temenê wan di navbera 16-74an de ne înternetê bi kar tînin wekî ji sedî 72,9 hat eşkerekirin.

Türkan Tosun  | 08.08.2018 - Rojanekırın : 08.08.2018
Rêjeya kesên ku înternetê bi kar tînin zêde dibe

Ankara

ANKARA 

Li Tirkiyeyê ji meha nîsanê vir va rêjeya kesên temenê wan di navbera 16-74an de ne û komputerê bi kar tînin wekî ji sedî 59,6 û yên înternetê bi kar tînin jî ji sedî 72,9 hat eşkerekirin.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) encamên "Lêkolîna Bikaranîna Teknolojiyên Enformatîk ya Kesên Malê" ya ku di meha nîsanê de hat kirin, eşkere kir.

Li gor lêkolînê ji meha nîsanê vir va rêjeya kesên temenê wan di navbera 16-74an de ye û komputerê bi kar tînin bû ji sedî 59,6 û yên înternetê bi kar tînin jî bû ji sedî 72,9. Ev rêje par di heman heyamê de ji sedî 56,6 û ji sedî 66,8 bû.

Rêjeya merên ku temenê wan di navbera 16-74an de ye û komputerê bi kar tînin ji sedî 68,6, yên jinan jî ji sedî 50,6 e. Rêjeya bikaranîna înternetê jî ji sedî 80,4 û ji sedî 65,5 e.

Ji 10 malan jê 8 xwedî înternet in. Li giştiyê welêt rêjeya malên ku tê de înternet hene ji nîsanê vir ve ji sedî 83,8 e. Par ev rêje ji sedî 80,7 bû.

Rêjeya kesên ku temenê wan di navbera 16-74an de ye û li ser înternetê danûstendinê dikin ji sedî 29,3 ye. Ev rêje par di heman heyamê de 24,9 bû.

Li ser înternetê herî zêde cil û berg, alavên sporê û biletên ji bo gerê tên kirîn.

Kirêkirina wesayîtan, kirîna pirtûk, kovar û rojnameyan jî li ser înternetê xurt e.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.