Zanist û teknolojî

Rojhilata Navîn bû hedefa êrîşên sîber ên "APT"yê

Di çaryeka duyemîn a salê da di nav çalakiyên tehdîda daîmî ya pêşveçûyî da êrîşên Rojhilata Navîn û Koreya Başûr dixin hedefa xwe derketin pêş

Türkan Tosun  | 01.08.2019 - Rojanekırın : 02.08.2019
Rojhilata Navîn bû hedefa êrîşên sîber ên "APT"yê

Istanbul

Di çaryeka duyemîn a salê da di nav çalakiyên tehdîda daîmî ya pêşveçûyî ya di warê êrîşên veşartî yên li ser kompîturê (APT) da êrîşên Rojhilata Navîn û Koreya Başûr dixin hedefa xwe û ji van herêman belav dibin, derketin pêş.

Li gor daxuyaniya Kasperskyê ji van çalakiyan jê gelek ji sîxuriya sîber û ji bo qezenca pereyan pêk tê, herî kêm jê yek jî bi armanca belavkirina agahiyên şaş tên kirin.

Lêkolînerên Kasperskyê tespît kirin di meha gulanê da ji saziyeke Îranê agahiyên bi sîxuriya sîberê hatine bidestxistin li ser înternetê hatine belavkirin.

Wisa tê texmînkirin li pişt vê sîxuriyê koma bi navê Hades heye ku vê komê li hemberî ExPetr û Olimpiyatên Zivistanê ya 2018an jî êrîşên sîber kiribû.

Kasperskyê der barê îstixbarata tehdîdê ya sê mehî ya nû da behsa van tiştan kir û li ser hin çalakiyên din ên di çaryeka duyemîn a salê da li Rojhilata Navîn çêbûne jî rawestiya.

Di nav van çalakiyan da agahiyên der barê kod, binesazî, kom û qurbaniyan ên li ser înternetê hatine belavkirin da hene. Wisa tê texmînkirin li pişt van çalakiyan kesên Farisî diaxivin û ji komên wek OilRig û MuddyWaterê ne hene.

Her çiqas ji çavkaniyên cuda sîxurî bên kirin jî hemû di nav çend hefteyan da bi eşkere bûn. Li gor lêkolînerên Kasperskyê melzemeyên hatine bikaranîn, binesazî û malperên înternetê nîşan didin ku eleqeya van êrîşên sîber bi koma Hadesê ra heye. Hadesê li hemberî ExPetrê, Olimpiyatên Zivistanê ya 2018an, hilbijartina serokwezîrtiya Fransayê ya dema Emmanuel Macron a 2017an û bûyerên din êrîşên sîber kiribû.

Di çaryeka duyemîn a salê da hin çalakiyên APTyê yên herî li pêş ev in:

"Komên bi Rûsî diaxivin hewl didin tiştên nû û operasyonên nû bikin. Mînak koma bi navê Zebrocy ji adarê vir va berê xwe daye bûyerên li Pakistan û Hindistanê, rayedar, dîplomat û saziyên eskerî yên van welatan dixin dafika xwe. Koma Turlayê jî êrîşên xwe bi rêyên pêşketî didomîne. Mînak bidestxistina binesaziya OîlRîgê bûyera herî berbiçav e.

Li herêma Koreyê jî çalakî gelekî tên kirin. Mînak koma bi navê Lazarus şirketeke Koreya Başûr a karê lîstika mobîlê dike ji xwe ra qurban hilbijart û êrîş kir. Koma bi navê a BlueNoroff a binkomeke Lazarusê ye jî sepana pereyê krîpto, bankayeke Bangladeşê ji xwe ra hilbijart û êrîşên sîber kir. Koma bi navê SixLittleMonkeys a ji kesên Çînî diaxivin pêk tê jî saziyên dewletê yên Asyaya Rojhilat hedef girt."

Lêkolînerên Kasperskyê li hemberî van êrîşên sîber dibêjin heke hûn naxwazin zirar bigihêje we divê tîmên navenda ewlehiyê ya şirketa we daneyên Îstixbarata Tehdîdê bi dest bixin. Bi vî awayî tiştên nû, teknîkên nû taktîkên nû ên ji hêla van komên tehdîdê va têne bikaranîn dibe bên fêmkirin.

Ji bilî vê lêkolîner dibêjin alavên Kasperskyê yên wekî Kaspersky Endpoint Detection and Response, Kaspersky Anti Targeted Attack Platform û Kaspersky Automated Security Awareness Platformê bi kar bînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.