Zanist û teknolojî

Prototipa keştiya fezayê SN15 ya ku SpaceX dixwaze bişîne fezayê awayek serfiraz li erdê danî

Fuat Kabakcı  | 06.05.2021 - Rojanekırın : 08.05.2021
Prototipa keştiya fezayê SN15 ya ku SpaceX dixwaze bişîne fezayê awayek serfiraz li erdê danî

Ankara

 Prototipa keştiya fezayê SN15 ya ku SpaceX a şirketa hewagerî û fezayê ya Amerîkayî ku dixwaze bişîne Marsê di dema firîna ceribandinê da awayek serfiraz li erdê danî.

Prototîpa SN15 ya Starshipê di ceribandina 5emîn da bi qasî 10 deqîqeyî firî.

Ceribandina firînê li Kendava Meksîkayê hat kirin û SN15ya ku bi qasî 10 kîlometre ji erdê ber bi esman dûr ket paşê dest bi daketinê kir.

Starship awayek serfirazî li erdê danî û qada keştiya fezayê lê danî ji bo agir bi wan deran nekeve jî bi avê hat şilkirin.

Di ceribandinên berê yên keştiya fezayê ku di 9ê Berfanbara 2020î, 2yê Sibatê, 3ê Adarê û 6 Nîsanê hatin kirin da jî di dema daketinê da keştiyên fezayê teqiyabûn.

SpaceX dixwaze bi Starshipê va mirovan bibe Hîv û Marsê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın