Zanist û teknolojî

NASAyê wêneyên ewil ên ku firokeya piçûk Ingenuityê ji Marsê şandin weşand

Islam Doğru  | 28.04.2021 - Rojanekırın : 29.04.2021
NASAyê wêneyên ewil ên ku firokeya piçûk Ingenuityê ji Marsê şandin weşand

New York

 Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) wêneyên ewil ên firokeya piçûk Ingenuityê ya bi Perseveranceyê ra şandibû Marsê kişandine weşand.

Li gor daxuyaniya li ser malpera înternetê ya NASAyê firokeya piçûk Ingenuity di 22yê nîsanê cara duyem çû Marsê û 2 wêneyên ku kişandine gihîştin li ber destê wan.

Giraniya Ingenuityê kîloyek û 800 gram e, ew ji erdê 5,2 mêtro bilind û 80 saniyeyan difire.

Hat ragihandin bi kameraya Ingenuityê wêneyên bireng ên ewil gihîştin ber destan û ew hatin weşandin.

Ingenuity di 19ê nîsanê da çûbû fezayê û qasî deqîqeyekê li Marsê firiyabû û ji ber vê "wesayîta esmanî ya ewil ku li gerstêrkeke din hat firandin" navê xwe di dîrokê da dabû nivîsandin.

Wêneyên Ingenuityê yên tura ewil bi rêya peykê gihîştibûn dinyayê.

Ingenuityê tura xwe ya sêyem di 25ê nîsanê da kiribû, ewê di dawiya vê hefteyê da jî tura xwe ya çarem bike.

- Perseverance wesayîta xwedî taybetmendiyên herî pêşvaçûyî ye ku şandin Marsê

Perseverance li laboratuvara Jet Itkiyê ya NASAyê ya li Calîfornayê hat çêkirin, ew wesayîta xwedî taybetmendiyên herî pêşvaçûyî ye ku şandin Marsê.

Ji bo xebatên wê 2,4 milyar dolar hatibû xerckirin, ji bo ew dakeve rûyê Marsê û bixebite jî 300 milyon dolar hatibû xerckirin.

Perseverance li ser Marsê cara ewil di 6ê adarê da tûrek dabû xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın