Zanist û teknolojî

Japonyayê mekîka fezayê ya bêmirov "Kounotorî"yê şand fezayê

Japonyayê mekîka fezayê ya bêmirov a bi navê "Kounotorî" ya ku dikare 6 ton bar bibe, şand fezayê.

Türkan Tosun  | 21.05.2020 - Rojanekırın : 21.05.2020
Japonyayê mekîka fezayê ya bêmirov "Kounotorî"yê şand fezayê

Ankara

 Japonyayê mekîka fezayê ya bêmirov a bi navê "Kounotorî" ya ku dikare 6 ton bar bibe, şand fezayê.

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, wesayîta bêmirov ji Navenda Fezayê Tanegamîşayê ya li eyaleta Kagoşîmayê ye bi saeta herêmî di saet 02.31an da şandin Îstgeha Fezayê ya Navneteweyî (ISS).

Dirêjahiya Kounotoriyê 10 mêtro û berahiya wê 4,4 mêtro ye.

Kounotorî wê roja duşemê bikeve qada ISSyê.

Modela wê ya ewil di sala 2009an da ji hêla Ajansa Kifşê ya Fezayê ya Japonyayê (JAXA) va hatibû çêkirin ku ew dikare 6 ton bar bibe û bîne.

Kounotoriyê heta niha 50 ton bar bir ISSyê û ev wezîfeya wê ya dawîn e.

Meneya "Kounotorî"yê bi Japonî " Leglega Şerqê" ye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın