Zanist û teknolojî

Hat tespîtkirin cismekî esman ê di rêgeha Dinyayê da xuya dike perçeyekî roketeke 54 salî ye

Türkan Tosun  | 03.12.2020 - Rojanekırın : 04.12.2020
Hat tespîtkirin cismekî esman ê di rêgeha Dinyayê da xuya dike perçeyekî roketeke 54 salî ye

Ankara

 Ajansa Esmanî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) daxuyand hat tespîtkirin cismekî esman ê di rêgeha Dinyayê da xuya dike perçeyekî roketekê ya 54 sal berê şandine fezayê ye.

Li gor daxuyaniya NASAyê ev cisim di meha îlonê da hat tespîtkirin.

Hat gotin piştî lêkolînan hat fêmkirin ku ew serê roketa Centaurê ye û di sala 1996an da bi vê roketê va 2 mekîkên Surveyorê şandine hîvê.

Bi teleskopa li Hawaiyê va hat piştraskirin ku ev perçeyê roketê ye ku dirêjahiya wê 10 mêtro û berahiya wê jî 3 mêtro ye.

Pisporê NASAyê Paul Chodas demek berê gotibû ev tişta ku wek kevirekî esman tê nirxandin dibe ku perçeyeke roketa Centaurê be.

Ev perçeyê roketê meha çûyî ketibû rêgeha Dinyayê û li vir dizivirî û qasî 5o hezar û 476 kîlomêtro nêzîkî rûyê erdê bûbû.

Tê texmînkirin sala bê di nav meha adarê da ewê ji rêgeha dinyayê derkeve û li rêgeha xwe ya dora tavê wê bizivire.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın