Zanist û teknolojî

Gerstêrkeke dûr ku gera xwe ya dora stêrkê di 3,14 rojan da temam dike hat keşfkirin

Asîmannasan gerstêrkeke dûr ku gera xwe ya dora stêrka xwe di 3,14 rojan da temam dike, keşf kir.

Önder Beyter  | 22.09.2020 - Rojanekırın : 23.09.2020
Gerstêrkeke dûr ku gera xwe ya dora stêrkê di 3,14 rojan da temam dike hat keşfkirin

Ankara

Asîmannasan gerstêrkeke dûr ku gera xwe ya dora stêrka xwe di 3,14 rojan da temam dike, keşf kir.

Li gorî nûçeya malpera Sciencealertê, gerstêrka 186 salên roniyê dûr, ji ber ku maweya gera wê ya li dora stêrka cûce û gevez dişibe sabîta bîrkariyê ya îrrasyonel hejmara Pî wekî "Dinyaya Pî" hat binavkirin.

Zanyariyên ewil ên li ser gerstêrka ku navê wê yê fermî K2-315b ye û mezinahiya wê hema hema bi qasî dinyayê ye, di dema mîsyona Teleskoba Fezayê Kepler ya sala 2017an da hatibûn bidestxistin.

Ekîba bi serkêşiya Prajwal Niraulayê ji Enstîtuya Teknolojiyê Massachusetts (MIT), bi teleskoba Speculoosê çavdêrî kir û hebûna gerstêrkê piştrast kir.

Bi qasî ku hat hesabkirin, germahiya rûyê gerstêrkê digihîje 177 pileyî û gerstêrk ji bo jiyanê ne guncan e. Her wiha li ser gerstêrkê agahiyên zêdetir di kovara "Astronomical Journal" da hatin weşandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.