Zanist û teknolojî

Dibe ku li cemsera başûr a Marsê di binê erdê da goleke şoravê û golên piçûk hebin

İbrahim Atmaca  | 29.09.2020 - Rojanekırın : 30.09.2020
Dibe ku li cemsera başûr a Marsê di binê erdê da goleke şoravê û golên piçûk hebin

Ankara

 Zanyarên Îtalyan li gor keşfê wisa bawer dikin ku li cemsera başûr a Marsa gerstêrka gevez goleke mezin a çalkirî heye. Zanyaran du sal piştî vê keşfê herêm bi awayekî berfireh tedqîq kir û delîlên nû yên ku bi dest xistin di kovara "Nature Astronomy"ê da weşand.

Ekîbê daneyên radara Mars Expressa kaşifê rêgehê ya Ajansa Fezayê ya Ewropayê bi kar anîn û herêm bi sedan kîlomêtre berfireh kir û tedqîq kir. Lêkolîneran zêdetir delîl pêşkêş kirin ku dirêjahiya golê di navbera 20 û 30 kîlomêtreyî da ye rûyê wê bi cemedê girtî ye, li gor hesaban gola ku ava wê şor e kîlomêtreyek û nîv di binê cemedê da ye. Her wiha zanyaran derdora gola mezin 3 golên piçûk ên ku mezinahiya wan cuda ye, tesbît kirin. Ji Zanîngeha Roma Treyê ekîba ku Sebastian Emanuel Lauro pêşengiya wê dike dibêje, dibe ku ev golên piçûk jî golên şor bin. Ekîbê digel daneyên Mars Expressê rêbazeke din jî bi kar anî.

Hebûna avê li Marsê îhtimala jiyana mîkrobiyal zêde dike.

Tê gotin ku li cemsera başûr a Marsê ser rûyê erdê germa hewayê 113 pile di binê sifrê da ye û çiqas ber bi binê erdê diçe germahî peyderpey zêde dibe.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın