Zanist û teknolojî

Di Gola Wanê da mîkrobiyolîtên nû hatin tesbîtkirin

Şener Toktaş  | 09.08.2021 - Rojanekırın : 10.08.2021
Di Gola Wanê da mîkrobiyolîtên nû hatin tesbîtkirin

Bitlis

Li Elcewaza navçeya Bidlîsê ku li qeraxê Gola Wanê ye, di encama xebatan da mîkrobiyolîtên nû yên ku şikl û dirûvên wan cuda ne, hatin tesbîtkirin.

Serokê Komeleya Çand Huner û Turîzmê ya Elcewazê û xozneber Cumalî Bîrol û Alî Ethem Keskînê ku li Elcewazê bi Bîrol ra noqî binê avê bû, di Gola Wanê da dîmena mîkrobîyolîtên ku hatin tesbît kirin, kişand.

Ji Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê ji Fakulteya Berên Avê Endamê Hîndekariyê Dr. Mustafa Akkuşê ku piştgiriyê dide xebatên binê Gola Wanê, ji rojnamegeran ra got ku rûyê Gola Wanê 3 hezar û 712 kîlomêtreqare ye û ev ji 3 paran parekî Behra Marmarayê ye.

Di Gola Wanê da mîkrobîyolîtên herî mezin ên dinyayê hene. Di binê golê da dîrekên wekî daran 20-40 mêtre dirêj bifikirin. Vê gavê li qeraxên Elcewazê qada mîkrobîyolîtan hat tesbîtkirin. Divê meriv vê derê derxe meydanê."

Serokê Komeleya Çand Huner û Turîzmê ya Elcewazê Bîrol jî diyar kir ku ev hefteyek e ew di binê golaê da dîmenan dikişînin û wiha dewam kir:

"Me îro mîkrobîyolîteke cuda tesbît kir. Bi vê va me di golê da 3 mîkrobîyolîtên cuda keşif kir. Divê em xwedî li golê derkevin. Li ser mîkrobîyolîtên ku hatin tesbîtkirin, lêkolîn wê were kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın