Di binê okyanusê da cureyên teze hatin dîtin
Zanyarên Çînî di xebatên 2 salên dawîn da ji 30yî zêdetir cure nebat û heywanên teze dîtin.
Ankara
ANKARA
Hat ragihandin ku zanyarên Çînî di xebatên 2 salên dawîn da ji 30yî zêdetir cure nebat û heywanên teze dîtin.
Li gor xebera CCTVya kanala fermî, Weqfa Pêşxistin û Lêkolîna Çavkaniyên Okyanusê ya Çînê (COMRA) di xebatên 2 salên dawîn da ji 30yî zêdetir cure nebat û heywanên teze keşf kirin.
Wang Çunşengê Serlêkolînerê COMRAyê diyar kir ku teknolojiya teze îmkanê dide ku 5 hezar mêtreyî dakevin binê avê, li wê derê lêkolînan bikin û bi saya vê jî cureyên teze keşf kirin.
Di vîdeoya COMRAyê da dîmenên hin cureyên teze jî xanê kirin. Di dîmenan da karîdesa deqsor, sazana dêldirêj a okyanusê, masiya mişkokî ya çavmezin, marmasiya lacîvert û mor jî xanê dikin.
COMRAyê bi Îdareya Binê Behrê ya Navneteweyî ra li eyaleta Şandondê di konferansa navneteweyî da cureyên teze da nasîn.