Zanist û teknolojî

Çînî wê bilindahiya Çiyayê Everestê ji nû va bipîvin

Grubek çiyagerên Çînî ji bo ku bilindahiya Çiyayê Everestê bipîvin, dest pê kirin û hildikişin ser tepa çiyê.

İbrahim Atmaca  | 07.05.2020 - Rojanekırın : 08.05.2020
Çînî wê bilindahiya Çiyayê Everestê ji nû va bipîvin

Ankara

 Grubek çiyagerên Çînî ji bo ku bilindahiya Çiyayê Everestê bipîvin, dest pê kirin û hildikişin ser tepa çiyê.

Li gor nûçeya Xinhuaya ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê, ji Wezareta Çavkaniyên Siruştî pisporên pîvanê û çiyagerên profesyonel 30 kes ji kampa ser sînorê Nepal û Çînê bi rê ket.

Heke hewa xweş be, grup wê dawiya mehê xwe bigihîne tepa Çiyayê Everestê.

Grup dema ku gihîşt ser tepê, wê bi bi alîkariya cîhazan bilindahiya tepê bipîve.

Çînê berî niha di salên 1975 û 2005an da komên kewşê şandibûn ser Everestê ku îrtifaya tepa wê bipîvin. Wê demê bilindahiya çiyê 8 hezar û 848 mêtre û 13 santêm û 8 hezar û 844 mêtre û 43 santêm hatibû pîvan.

Çiyayê Everestê çiyayê herî bilind ê dinyayê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın