Zanist û teknolojî

Bi bakteriyên ji Dinyayê dibin va li Hîv û Marsê wê madencîtiya mîneralê bê kirin

Türkan Tosun  | 11.11.2020 - Rojanekırın : 12.11.2020
Bi bakteriyên ji Dinyayê dibin va li Hîv û Marsê wê madencîtiya mîneralê bê kirin

New York

 Piştî ceribandinên li Îstgeha Fezayê ya Navneteweyî (ÎFN) hat daxuyandin bakteriyên li Dinyayê hene wê bikaribin li Hîvê û Marsê ji bo mîneralên bifeyde bên derxistin bêne bikaranîn.

Li gor lêkolîna ku di Kovara Nature Communicationsê da hat weşandin li Hîvê û Marsê kevrirekî bazalt û elementên axê hene ku bakteriyeke ji Dinyayê birin va ew dikarin bên parzûnkirin.

Hat gotin ji bo ku bê fêmkirin ev bakteriya bi navê ''Sphingomonas desiccabilis'' dikare bi madencitiya fezayê da bê bikaranîn an na zanyarên Îngiliz 10 sal li ser vê xebitîn.

Di kovarê da hat gotin ji bo ceribandinê reaktorên qasî qutiya kibrîtê biçûk di Tîrmeha 2019an da bi moşeka SpaceXê va şandin Îstgeha Fezayê ya Navneteweyî.

Zanyaran 3 hefte li îsteghê ceribandinek kirin û hat fêmkirin li Hîv û Marsê biyomadencîtî mumkin e û endustriya bi destê însanan va tê kirin li dervayî Dinyayê jî dikare pêşva here.

Gelek welat li fezayê li ser çavkaniyan dixebitin.

Ajansa Fezayê û Esmaniyê ya Amerîkayê (NASA) li gor armanca xwe ya Artemis 2004an bi şirketan ra hevkarî kiribû ku ew ji rûyê Hîvê toz, ax û perçeyên zinaran berhev bikin.

Çînê jî daxuyandibû heta dawiya salê ewê herin Hîvê û axa Hîsê bînin Dinyayê.

Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) jî daxuyandibû ew hewl didin heta sala 2025an dest bi madencîtiya av û oksîjenê bikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın