Zanist û teknolojî

Asteroîdê girs dê nêzî dinyayê ra derbas bibe

Asteroîdekê girs a di Pergala Rojê da dê ji nêzî dinyayê ra derbas bibe.

Elif Irmak  | 28.04.2020 - Rojanekırın : 29.04.2020
Asteroîdê girs dê nêzî dinyayê ra derbas bibe

Ankara

 Asteroîdekê girs a di Pergala Rojê da dê ji nêzî dinyayê ra derbas bibe.

Li gor nûçeya malpera Space.com tê payîn ku asteroîda (gûstêr) navê "1998 OR2" danê û mezinahiya wê 2,4 kîlomêtro ye 6,3 milyon kîlomêtro nêzî dinyayê ra derbas bibe.

Asteroîd di pozîsyona ku dê herî zêde nêzî rûyê erdê bibe da 16 qat ji heyvê dûrtir be û xetere tune ku li dinyayê biqelibe.

"1998 OR2"ya ku stêrnasên li Mala Çavdêriyê ya Haleakalaya li Hawaiiya eyaleta Amerîkayê di 24ê temûza 1998an da keşif kirin wekî yek ji wan asteroîdên herî mezin û birqok e ku heta îro hatine keşifkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın