Zanist û teknolojî

Zanyarên Amerîkayî gerstêrkeke "Dinyaya Super" a 10 milyar salî keşf kir

Önder Beyter   | 13.01.2021
Zanyarên Amerîkayî gerstêrkeke "Dinyaya Super" a 10 milyar salî keşf kir

New York

 Li Amerîkayê zanyaran ragihand, wan di pergaleke kevn a stêrkê ku 10 milyar sal berê çêbûye da gerstêrkeke tehtan a "Dinyaya Super" dît.

Zanyaran diyar kir ku li gerstêrkê tu nîşane nehatin bidestxistin ku hebûna jiyanê pesend bike, lê li gerstêrkên bi vî rengî yên zêde kevin ihtimala hewandina jiyaneke di raboriyê da zêde ye.

Profesora Zanîngeha Hawaiiyê Lauren Weissê di civîna salane ya Komeleya Astronomiyê ya Amerîkan da ji çapemeniyê ra axivî û wiha got, "Dinyaya me bi qasî 5 milyar sal e heye. Ka xeyal bikin ku li dinyayeke tehtan a ku 10 milyar sal e li dewrûberê heye, çi heye. Ez teqez dixwazim hîn bibim."

Ji bo keşfa ku ji hêla Astronomical Journalê hat pesendkirin, ji mîsyona TESS a NASAyê û derfetên teknîkî yên Çavdêrxaneya Keckê sûd hat wergirtin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın