Zanist û teknolojî

Starshîpa ku SpaceXê dixwast bişîne Marsê piştî firîna ceribandinê teqiya

SpaceXa saziya hewagerî û fezayê ya Amerîkayê Starshîpa wesayîta fezayê ya dixwast bişîne Marsê ceriband, wesayît serkeftî dakete plaforma şandinê û dmekê şûn da teqiya.

Haydar Şahin   | 04.03.2021
Starshîpa ku SpaceXê dixwast bişîne Marsê piştî firîna ceribandinê teqiya

New York

SpaceXa saziya hewagerî û fezayê ya Amerîkayê Starshîpa wesayîta fezayê ya dixwast bişîne Marsê ceriband, wesayît serkeftî dakete plaforma şandinê û dmekê şûn da teqiya.

SpaceXê ceribadina 3yan a Starshîpa wesayîta fezayê ya nifşa nû kir, piştî firîneke ceribandinê ya serkeftî wesayît hêdî hêdî dakete ser platformê ligel vê demekê şûnda agirê ji motorê derdiket mezin bû û teqîneke mezin çêbû.

Elon Muskê avakar û CEOyê şirketa fezayê dixwest ku ji wesayîtên cuda Starshîpê çêbike da ku gelek kesan pê bibe Marsê. Di herdu ceribandinên berê yên wesayîtê da jî pirsgirêk derketibûn.

Hat ragihandin ku piştî firîna li platforma li nêzî sînorê Meksîkayê yê Teksasê hat kirin sotemenî ji depoyê niqûtî û ji ber vê teqîn çêbû.

Di nav rojê da hewl dabûn ku firîna bi navê SN10ê bikin lêbelê ji firînê ra çend kêlî mabûn ku di sîstemê da pirsgirêk hatibû dîtin û firîn hatibû betalkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın