Zanist û teknolojî

Serokomar Erdogan di Civîna Danasîna Bernameya Fezayê ya Neteweyî de axivî

Ahmet Aydın   | 10.02.2021
Serokomar Erdogan di Civîna Danasîna Bernameya Fezayê ya Neteweyî de axivî

Ankara

 Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Em ji bo gelê xwe yê ku seranserê sedê salan li ser rûyê erdê bû pêşengê dad, rewişt û aşitiyê, deriyê rêwîtiya asîmanan vedikin."

Serokomar Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel a li Beştepeyê beşdarî Civîna Danasîna Bernameya Fezayê ya Neteweyî bû û gotarek pêşkêş kir.

Serokomar Erdogan anî ziman ku ewê Bernameya Fezayê ya Neteweyî ku berhema plandanîneke dirêjmawe ye bi cîhanê ragihînin û got, "Ez hêvîdar im ev nexşerêya ku dê welatê me di pişbirka kurewî ya fezayê de derxe lîgeke jordetir, bi serkeftî têkeve rewacê. Em ji bo gelê xwe yê ku seranserê sedê salan li ser rûyê erdê bû pêşengê dad, rewişt û aşitiyê, deriyê rêwîtiya asîmanan vedikin. Îmeceya ya ku yekemîn peyka me ya çavdêriyê ya resulosyon bilid a xwemalî ye, karûbarên wê yên entegrasyonê qediyan, testê wê didomin."

Serokomar Erdogan bal kişand ser Peyka GOKTURK-3yê û got, "Em xebatên vê peyka me ya ku bê cudakariya şev û rojê, di hemî şert û mercên av û hewayê de dê dîmena bi resolusyon a ast bilind bi dest bixîne, didomînin. Di pêvajoya pêşiya me de ew zanyariyên ku emê dê bi bernameyên xwemalî yên endazyarên Tirk ji peykan bi dest bixînin, emê ewlekariya wan dabîn bikin. Di nava 18 salan de bi navgîniya TUBÎTAKê di warê ekîpmanên fezayê de weke peyk, feza û pergalên pekandinê, bi giştî me 2,1 milyar lîre xercî veqetand."

Erdogan herwiha anî ziman ku di warê teknolojiyên weke drone û droneyên çekdar de di demeke ku pêwîstî pê hebû de vebêrhênan kirine û bi vê serkeftî derketine û wiha got, "Em mecbûr in ku ji bo aşitî û aramiya temamê mirovayetiyê şaristaniya xwe ji nû ve rakin ser pêyan. Ji bo ku şaristaniya me ya ku em wê temsîl dikin jinû ve bibe pêşengê cîhanê, pêdivê Tirkiye di warê pêşbirka fezayê de gelekî geşe bide."

Serokomar Erdogan ji bo Bernameya Fezayê ya Neteweyî wiha jî got, "Ji bo birayên me yên Rojavayî yên ku di Gettoyan de hatine eciqandin, ketina destê însafa torên sucan de jî pêdivê em serkeftî bin. Îro rêya tesîsa edaleta li ser rûyê erdê, di hebûna li asîmanan bi awayekî hêzdar re derbas dibe. Emê cihê Tirkiyeya hêzdar û serbixwe ne tenê li ser rûyê erdê belkî li fezayê jî tehkîm bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.