Hikmet Temeş
23 Hezîran 2026•Rojanekirin: 23 Hezîran 2026
Li Hekariyê ji hêla Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî va "Fuara Zanistê ya TUBÎTAK 4006-Cyê" hat lidarxistin.
Fuar li baxçeyê Lîseya Ataturk Anadoluyê hat lidarxistin û di fuarê da 60 projeyên ku di nava salê da ji hêla xwendekarên 12 dibistanan hatin amadekirin, hatin pêşandan.
Nurettin Yilmazê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê di vebûna fuarê da axivî û diyar kir, projeyên ku ciwanan pêk anîn, nîşaneya şênber a hilberîn û hesta meraqê ye û wiha dewam kir, "Hedefa me ew e ku em nifşên ramana zanistî dikin navend, lêkolînê dikin, lê dipirsin û hilberînê dikin, mezin bikin."
Beşdar li standan gerîn, xwendekar û mamoste pîroz kirin û her wiha der heqê xebatên pêşandî da agahî sitandin.